Celîlî: Eşkerekirina Belgeyên Bal Me Derbarê Amerîka, Dê Vî Welatî Ji Nav Bibe

14:08 - 4 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Hikûmeta Îranê roja 04.11.2011-an biryar e hinek belgeyan eşkere bike ku li gor gotinên berpirsên Îranê dê welatê Amerîka ber bi ji navçûnê bibe.

Nûçegihaniya Fars li ser zimanê Berpirsê Şêvra Ewlekariya Netewî, Seîd Celîlî eşkere kir ku Îranê dê roja 04.11.2011-an de hinek belgeyan li pêwendî ligel kiryarên terorîstî yên Amerîka belav bike ku li encam de dê vî welatî ber bi ji navçûnê bibe.

Çend roj beriya niha Rêberê Komarê Îslamî ya Îranê, Ayetula Xamineyî jî ragihandibû ku dewleta wî dê nêzîkê 100 belge û dekomentan derbarê desthebûna hikûmeta Barak Obama di warê karên teqîn û terorkirinan li nav Îran û welatên din de dê eşkere biket.

Li gor gotina Xamineyî bi eşkerekirina van belgeyan heyaya siyasî ya Amerîka dê li seranserê cîhanê here.

Karnasên siyasî li ser vê bawerê ne ku ew helwesta Îranê dijkiryarek e li hember deiyên Amerîka derbarê tawanbarkirina vî hikûmetê bo desthebûn di terha terora balyozê Erebistanê.