Cebar Dostî hat binçavkirin

18:23 - 31 Kanûna Paşîn 2022

Îro Duşemî 11`ê Rêbendanê, yek ji endamên encûmena sinfî ya mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, yê bi navê “Cebar Dostî” hate binçavkirin.

Ew çalakvanê sênfî yê mamosteyan bi bê hebûna ti belgeyek yasayî, pêş ji kombûnên  seranserî yên mamosteyan, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Mamostêyên Kurdistan û Îranê piştî lidarxistina kombûnên nerizayetiyên ên du rojan, îro Duşemî 11`ê Rêbendanê, li pêş beriyê îdareya Perwerde û Hînkariyê, bi nîşaneya nerizayetî li derheq cîbicînekirina daxwaziyên xwe, kom bibûn.

Her di wê derheqê de, roja Yekşemî 10`ê Rêbendanê, “Şe`iban Mihemmedî”, yek ji endamên encûmena sinfî ya mamostayên Kurdistan-Merîwan, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.