Çar Hezar Û 120 Bijardeyên Olempiyadê, Welatê Îran Bi Cih Hêştine

12:24 - 28 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Pêla bi cihhêştina welat ji aliyê bijardeyan berdewam e bi awayekê %17 ji xibreyan li derveyî welatê Îranê ne.

Nûçegihaniya ISNA li ser zimanê cîgirê zanist û teknînka Serokkomarî ve belav kir, heta sala 2002-an serjimêiya kesên ku welat bi cihê dihêştin ji sedî 40 bû, lê niha gihîştiye ji sedî 17.

Vî berpirsê herwiha got ku bijardiyên warê zanista pijişkî, pir bi kêmî welat bi cih diihêlin bi awayekê ku jimara wan ji sedî 8 e.

Her di vê pêwendiyê de berpirsê saziya netewî ya bijardeyên Îranê li derveyî welat eşkere kir ew bijardeyên ku welatê Îranê bi cih dihêlin, ger wegerin bo Îranê emê hemû pêdiviyan wan re dabîn bikin û piştevaniya wan dê kin.

Ev daxwaza jî li demekê de ye ku ew xibreyên bi armanca xwendinê diçin derveyî welat, tenê %12 ji wan vedigerin Îranê.