Çalakvanekî mafê jinan di bajarê Sineyê de hate binçavkirin

18:24 - 7 Hezîran 2020

Roja Yekşemî 18`ê Cozerdanê, “Hacer Se`îdî”, çalakvana mafê jinan di bajarê Sineyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî bo ser mala wê êrîş birine û navbirî binçavkirine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wê çalakvana mafê jinan ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Ew çalakvana mafê jinan ji derheq roja cîhanî a kedkaran bo îdareya îtila`ata bajarê Sineyê hatibû gazîkirin û digel wê lêkolîn hatibû kirin.