Biryara Terora Papa ji aliyê Xumêynî hatibû dayin

15:31 - 2 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Ew kesê ku teqe ji “Pap Janpolê Duyem”kir,di bîreweriyên xwe de Xumêynî wek sûçbarê sereke ê tirorê dide nasîn.

“Mihemed Elî Aqca” ku di sala 1981’an bi armanca kuştinê teqe ji “Pap Janpolê Duyem” kiribû,di pirtûka xwede ku roja Înê, berwar 2’ê Şibat a sala 2013’an çap û bilav kiriye,dibêje ku biryara terora han ji Xumêynî wergirtiye.

Ew kitêbe ku bi navê “Jîyana Min û Rastiyên Terora Papa”li wilatê Îtaliya hatiye çap û bilav kirin, di nivîse ku piştî helatina min li Turkiyê û çûn bo Îranê, ji aliyê hêzên Îranî hatiye meşq dayin û Xumêynî li dîdarekê de bi vî gotiye ku: Papa bangeşê jibo hizrek Şeytanî dike û divê bihê kuştin.

navhatî ku kesekî Îslamist ê tundrewe di pirtûka xwe de îşarê bi vê yekê dike ku vê demê Komara Îslamî a Îranê “qewlê Cenetê dabûn min”.

Mihemed Elî Aqca di berwar 12’ê Gulana 1981’an li meydana “Sen Pêtêrzbûrg”teqe ji rêbrê Katolîkên Cîhanê kir û navhatî bi xurtî birîndar bû,piştre hat binçav kirin û 29’salan di zîndanên Îtaliyayê û Turkiyê hat heps kirin.