Birîndarbûna kasibkarekî Merîwanî di Kirmaşanê de

12:52 - 19 Çirriya pêşîn 2020

Roja Pêncşemî 24ê Rezberê, kasibkarek yê xelkê Merîwanê yê bi navê “Îsmaîl Newrozî”, temen 36 salî û rûniştiyê şehreka “Kanîdînar” ya wî bajarî bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê di Kirmanşanê de hate birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi heceta hebûna tiştên qaçax, teqe ji maşîna wî kasibkarê Kurd kirine û bi dijwarî navbirî birîndar kirine.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Ew kasibkare di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de, çend gulle berketine û niha di nexwşxaneya “Taliqanî” a Kirmanşanê de di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Hatiye gotin ku ew kasibkare heta niha sê caran niştergerî bo hatiye kirin.