Birayên Kurdpûr , hukmê hews û dûrxistê bo van birîn

18:27 - 10 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îran, 2 jornalîstên Kurd bi gelemper 9 sal û 6 heyv hewsa teizîrî mehkum kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Mesud û Xusro Kurdpûr, 2 birayên jornalîstê Kurd ji xelkê Mihabad, ji aliyê dadgeha inqilaba vî şarî, gelemper bi 9 sal 6 heyvan hewsa teizîrî hatin hukum danê.

Ev 2 xebatkarên Kurd paşî 8 heyvan ragirtin li girtîgehê û 3 car dadgehî kirinê bi serokatiya dadwer Cewadî Kiya, ev hukma van re birîn.

Ajansa Mukriyan ji zimanê advokat-parêzerê Kurdpûran ragihandiye, Xusro Kurdpûr bi tometa “ Kom bûn û hevdestî kirin dijî rêjîm” bi 5 sal hewsa teizîrî û her wisa li barê têkilî tev “ xebata propaganda “ bi 1 sal hewsa teizîrî , gelemper bi 6 sal hewsa teizîrî hate mehkûm kirinê.

Her ev serekanî hukmê Mesûd Kurdpûr li bara “ kom bûn û hevdestî kirin bi dijî rijîm” bi 3 sal hewsa teizîrî û li bara “ xebata propaganda” 6 heyv hewsa teizîrî, gelemper hukmê Mesûd Kurdpûr, 3 sal û niv hewsa teizîrî, ragihandiye.

Nawerasta heyva Gelawêj û kutayiya heyva Xezelwera îsal, dadgeha inqilaba şarê Mihabad, Mesûd û Xusro Kurdpûr bi “ dijatî tev Xwedê û xebat dijî rêjîm, bê hurmetî bi rêberê rêjîm û weşana derevan” tometbar kiribû.

Her wisa gorekî hukmê dadgeha inqilaba şarê Mihabad, Xusro Kurdpûr , berpirsê ajansa Mukriyan gere midê 2 salan bi şarê Kirman bê dûr xistin û bi hegera parastina barê êminiyê, ger midê 5 salan ji hukmê xwe li girtîgeha Tewrêzê biborîne.

4 advokat-parêzerên birayên Kurdpûr, pênexweşiya xwe hember vî hukmî şanî dane û li dadgeha pêdeçona parêzgehê bi dû ketine ser dosya van 2 xebatkarên kurd.

Li heftiyên borî de rêxirava lêbihorîna naw-netewî, daxwaz ji berpirsên hukûmeta islamiya Îranê kiribûn ku tometa ser birayên Kurdpûr bidin rakirinê.

Pêşde jî Ehmed Şehîd li raporta xwede, Mesûd û Xusro Kurdpûr mina 2 kes ji 40 jornalistên hew kiriyê Îranê nivîsandibû.

Xusro Kurdpûr li 17ê Reşemê û Mesûd Kurdpûr jî 2 roj paştir ji aliyê hêzên ewlehiya şarê Mihabadê hatibûn girtinê.