Bi xwekuştina xwendekarik li Şino, hejmara xwekujiyê îsal bû 60 kes

21:58 - 13 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: lawik 20 salî ji xelkê şarê Şino, bi xwarina heban li mala xwe de, hewla xwekujiyê da ku li sedem canê xwe ji dest da.

Gorekî nûça gihiştî bî ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Şemî 19ê Gelawêj, lawik ji xelkê şarê Şino bi navê “ Şehram Xizrî” kurê Kemal û rûniştiyê taxa Şehîdan li vî şarî de kutayî bi jîna xwe anî.

Serekaniyik nêzî wê binemalê bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand: Şehram Xizrî bi hegera der neçon li têstên Konkora giştî, ji aliyê kes û karên xwe ketibû ber tan û teşeran, ber hindê navbirî hewla xwekuştinê daye.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîka ajasa Kurdpa li despêka îsal heya niha, 60 welatiyên Kurd li nawçên Kurd rûniştiyên Îranê kutayî bi jîna xwe anîne ku ji gelempera vê hejmarê, 29 kes ji wan mêr bûne.

Her wisa gorekî vê statîstîkê, 5 welatiyên din li wê midê de hewla xwekujiyê dane.

Nebûna ragihandinên azad bo eşkere kirina nûçên nawçan û herêmên Kurd rûniştiyên Îran, dibe ku jimara serast ji vê hejmarê jî zêdetir be.