Berpirseke rejîma Îranê: Heke kasibkar bêne kuştin, bixwe berpirsyarin

13:39 - 2 Gulan 2012
Kurdpa: Fermandêyek ji binkeyên leşkerî ên rejîma Îranê daxwaz ji kasibkarên ser sînor kiriye ku bi awayê nivîskî soz bidin ku heke li yek kîlometriya sînor hatin kuştin, eva bixwe berpirsyarin.

Roja Înê nehê Banemer, yek ji fermandên leîkerî ên hikumeta Îranê bi navê Hatemî li serşîwa Merîwanê, amade bûye û daxwaz ji kolberên Kurd kiriye ku forma sozdanê tijî bikin, ku heke li yek kîlometriya sînor werin kuştin eva bixwe berpirsyarin.

Li gorî gotina şahidekê kasibkar amade nebûne ku sozek weha bidin rejîmê. Û fermandê navbirî jî gef li xelkê xwarine ku ewê bi tundî berbirûyê kasibkaran bin.