Bermûr’ raporta heftiyane ajansa kurdpa ser pirsa jinan.

21:59 - 26 Hezîran 2013
Heftiya kutayiya heyva Cozerdan a sala 1392 rojî
Ajansa kurdpa : bi armanca berçavtir kirina zêde û analîza girêdayên taybet bi jinan, ajansa kurdpa her heftiyê raportik bi navê ‘Bermûr’diweşîne.


Amanca bingehîn a weşana wê raporta taybet, berçavtir kirina berpê kirinên der heq jinan û her wisa gelempera çalakiyên jinan ku ji aliyê jinan û rêxirawên girêdayî bi jinan tê kirin. Bi hegere berpanî û giringiya wê babetê û her wisa nebûna dengdan ji naw medyayan de, “Bermûr” bi formek dariştî dixebite ser babet û pirsgirêkên jinan li nawçên kurdrûniştiyên Îran; lê mana ne ewe ku nawçên Îranên yên din tên pişt guh havêtin, ber vê ajansa nûçe gehaniya kurdpa hewl dide gorek derfetê, giringî bi hemû nawçên din yê خranê jî bide.

Li raporta wê heftiyê de, doma pêwajoya xwekuştina jinên Kurd li Seqiz û Mihabad, rêgirî ji çareser kirina nexweşiya “ Rozîta Wasêqî” jine girtiyik Behayî li girtîgeha Meşhed û dirêj kirrina midê hewsa “ Cemîlê Kerîmî” tînin ber bas.

Kurdistan

Xwekuştina 21 jine Kurd li midê 3 heyvan de


\"13395.jpg\"
Xwekuştin wek peydabûyik xirab a sosyal li Kurdistan bi dom ber bi zêde bûne û bi formek ku li midê 3 heyyvên borî de 21 jine Kurd li herêmên Kurd rûniştiyên Îran kutayî bi jîna xwe anîne.

Kêmtir bûna temenê xwekujiyê li naw hevwelatiyan û bi taybet nawa jine kurdan cê ser fikirîn û analîza kûr û saykolojiya sosyal an xisar nasiya komelîn wek êpîdêmiyek metirsîdar, ew peydabûya bas lê dikin.

Roja sêşem 28ê Cozerdan jinek bi navê “ Besê Gulnaz” rûniştiyê taxa “ pişt tepe” a şarê Mihabad bi hegera pirsgirêkên nawa binemal, agir berda xwe û kutayî bi jîna xwe anî.

Besê xelkê şarê Mihabadê, 45 salî û her wisa dayka 4 zarokan bû.
Ji aliyik din de roja çarşem 29ê Cozerdan, jine Kurdik xelkê gundê “ Daye Silêman” a nawça Tileko a Seqizê xwe dar wekir û canê xwe ji dest da.
Ew jina nawsal, dayka 3 zarokan bû ku bi hegera pirsgirêkên komelîn kutayî bi jîna xwe anî.

Li 3 heyvên despêka îsal de , 21 jin û keçe Kurd li nawçên Kurd rûniştiyên Îranê dest bi xwekuştin û kutayî bi jîna xwe anîne ku ji gelempera vê hejmarê, 12 ji rêka xweşevitandin û 7 jî li rêka darwekirinê bûne.

Ev statîstîka hejmartiye û bi piştras kirin bi sentera statîstîka ajansa Kurdpa hatiye tûmar kirin û dibe ku hejmra here rast ji vê hejmarê jî zêdetir be.

iran

Rê lêgirtin ji çareser kirina nexweşiya jine Behayiyek girtî
Rozîta Wasêqî


\"13391.jpeg\"
Rozîta Wasêqî
Gorekî wan nûçên weşayî , berpirsên girtîgeha “ Wekîl Abad” a Meşhed, ji çareser kirina nexweşiya “Rozîta Wasêqî” rê lêdigrin.

Ev girtiya Behayî ku pidiyê vê tûşî înfeksion bûn û gorekî gotina duxtoran , pêwîstî bi derman kirina bi zûka heye, ku ber pirs û dadwerê girtîgehê, dadsitan û dezgeha ewlehiya Meşhed bi helwîstik pevre rê ji çareser kirina nexweşiya vê jine Behayiyê digrin.

Rozîta Wasêqî li heyva Rêbendan a sala borî de jî ku tûşî didan êşê bibû, berpirsên wê girtîgehê paşî 3 heyvan izna çareser kirinê bi navbirî danê.
Ev jine girtiye ku li Reşema sala 1388 a rojî hatibû girtin û bi tawana bawirî bi ola Behayî bi 5 sal hews mehkûm kiri bûn, niha midê hewsa xwe li girtîgeha Wekîl Abad a Meşhedê derbas dike.

\"13392.jpg\"
Cemîlê Kerîmî, endama şoraya riform xwaza parêzgeha Fars û rawêj karê parêzgar
Cemîlê Kerîmî, endama şoraya riform xwaza parêzgeha Fars û rawêj karê parêzgar
Ji aliyek din midê hewsa “ Cemîlê Kerîmî” endama şoraya riform xwaza parêzgeha Fars û rawêjkarê parêzgar li dewrana riform, heftiyik din zêde kirin.

Ev endama şoraya riform xwazên parêzgeha Fars, roja Pêncşem 22ê Xalelêwa îsal li mala xwede ji aliyê hêzên ewlehiyê hat girtin û heya niha li girtîgeha Şîraz li hewsê de maye.

اavkanî :
Ajansa nûçe gihaniya Kurdpa
Nûçe gihaniya mafê mirov li خran” HIRANA”
Malpera Peyam