Berê mêhvaniyên keç û kuran armanc bû, lê vê carê mêhvaniya taybet bi jijan bûye armanca Polîsê Tehranê

14:58 - 5 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Polîsên Tehrana serbajarê Îranê, êrîş birin ser mêhvandariyeke taybet bi jinan li Teharanê, û xincî destbiserkirina çend jinên pişikdar di mêhvaniyê de, cihê mêhvandariyê jî daxistin.

“Mohsên Xançirlî”, fermandeyê Hêza Întizamî ya Rojavayê parêzgeha Tehranê, roja Sêşemiyê 4’ê Adarê, ji rêya nûçegihaniya “Tensîm”ê ve, serbarê ku gellek bi bêrêzî bas ji jinên pişikdar di mêhvaniyê de dike, got ku: “Ev mêhvandarî taybet bi jinan pêk hatibû, û di encam de ew hatin destbiserkirin.

Li gorî gotinên “Xançirlî”, vê merasim di “Bax Talar”ekî li Rojavayê parêzgeha Tehranê birêveçû ye, û piştî eşkerekirina neyasayîbûna ve partiyê, hêzên wan ên jin, êrîş birin ser mêhvaniyê û piştî destbiserkirina hejmarek ji pişikdaran, ev “Bax Talar” jî daxistin.

Navbirî îdî’a dike ku ew mêhvandarî, taybet bi jinan bûye û têde karên nebaş kirine, û li gorî zagona Komara Îslamî, her mêhvandariya ku mertirsiyê bo ser civakê çêke, ne yasayî ye.

Eva di demekî de ye ku di Îranê de heyanî niha, li dijî partî û mêhvandariyên keç û kuran dijatî dihat kirin, lê niha weke xûya dike, mêhvandariyên taybet bi regezekî, çi jin û çi mêr, wê digel hêzên ewlehiyên ên Komara Îslamî berbirû bin.

Polîsê Îranê piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1357’an a Rojî de, û bi taybet di salên derbazbûyî de, gellek caran êrîş biriye ser mêhvandarîyan, û gellek kes bi tawana pişikdariya di partî û mêhvaniyan de, destbiser kirine.