Arman Şakirî di girtîgehê de hate azadkirin

16:56 - 9 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Merîwanê ku ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, bi danîna barimteyê di girtîgehê de hate azadkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, îro Duşemî 18`ê Sermawezê, “Arman Şakirî”, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Merîwanê, piştî heftiyek heps, bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Ew çalakvanê xelkê bajarê Merîwanê ku di kombûna nerizayetiyan de, ji aliyê hêzên leşkerî ve hatibû birîndarkirin, roja Duşemî 11`ê Sermawezê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

Ew welatiye di meşa kombûna nerizayetiyên bajarê Merîwanê de, di encama gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî de, pê wî bi awayekî dijwa hatibû birîndarkirin û di girtîngehê de xwe çûna bo nexwşxanê parastibû.