Amerîka: Pirsgirêkên di navbera Amrîka û Îranê de kur in

21:38 - 30 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Ravêjkarê payebilind yê Barak Obama ragehand ku, Pirsgirêkên di navbera me û Îranê de gellek kur in û bi lihevhatinekî bi dawî nahên.

Li gorî raporên ku hatiye belavkirin, “Rabêrt Malî” Ravêjkarê payebilind yê Barak Obama yê serkomarê Amerîkayê, ku hevdem berpirsyarê rêxstina şerê li dijî DAÎŞ’ê li Koşka Sipî ye, ragehand ku, pirsgirêka di navbera Îranê û Amerîkayê de pir kûr e û bi lihevhatinekî dawî pê nahê.

Rabêrt Malî di doma axavtinên xwe de tekez kir ku, Amerîka bi başî dizane û haydar e ku Komara Îslamî, riftarên xwe li hemberî lihevhatinên navkî naguherîne.

Navbirî herweha di hevpeyvînekî tevî rojnameya “Şerqûle’wset”ê bas ji vê yekê kir ku, em diwxazin bizanin ku, hekî di Rojhilata Navîn de lihevhatina navikî ya di navbera Komara Îslamî û welatên xwedî hêz ên cîhanî de nemînê, wê çi bi sere Rojhilata navîn bê.

Navbirî di beşek din a hevpeyvîna xwe de dibêje ku, Komara Îslamî bernameyên xwe ên navikî berfirehtir dike û eva jî bûne sedem ku pirsgirêkên Rojhilata Navîne ber bi zêdebûnê ve biçin û, eva jî bûye sedem ku, em careke din bijardeya leşkirî bixin pêşiya xwe.

Her di vê derbarê de, malpera Wezareta Derve ya Amerîkayî jî di raporekî de belavkiri ku, tewahiya ew kesên ku hemwelatiyên Amerîkayê ne, bila serdana Îranê nekin, jiber ku egera binçavkirina wan ji aliyê Komara Îslamî ve heye.