5 kamêrayên çavdêrî li cê kar û malên endamên sentera parêzerên sêntral hatin peyda kirinê

14:22 - 6 Îlon 2013
Ajansa Kurdapa: 5 kamêrayên çavdêrî û dezgayên guhdarî kirinê li cê kar û mala 5 endamên sentera parêzerên sêntral li şarê Tehran hatin peydakirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, komik ji parêzerên sentera parêzeran ku 5 heyv pêş niha de ew 5 kamêra û degayên guhdarî kirinê li cê kar û naw mala xwede peyda kiribûn, li incam bêdengî şikandin û li rojên borî de ew pirsgirêka eşkere kirin.

Mîna Ceiferî ya advokat li dadgehên Îran û endamê sentera parêzerên sêntral” webloge parêzeranê gel” de par vekiriye, ew kamêrayane bi nihênî û bê agadariya endamên sentera parêzeran li cê kar û malên wan de, danîne.

Navbirî işare hindê jî kiriye, ser hindê bi dû çona koma rêberiya sentera parêzeran ser danîna wan kamêrayane, ji aliyê berpirsên hundir yê senterê çi bersivik pê nedane.

Ev parêzera basa hindê jî kiriye, heya niha çi aliyik û senterik taybet çinine ku bi dû çonê bo danîna vê pisgirêkê bike.

Hevdem Nêimet Ehmedî parêzer û endamê sentera parêzerên sêntral, ragihandiye: eger danîna kamêrayên çavdêrî bo parastina canê wan be, çi pirsgirêkik çinine, lê eger bi amanca çavdêrî kirin û dijatî kirina kesik yan welatiyan be, ew dij bi yasaye.

Ehmedî ragihand jî, sentera parêzeran , senterik serbixweye û danîna kamêra û dezgayên guhdarî kirinê, berpê kirina mafê welatî bûnêye.

Her wisa mideyik pêş niha de, li cê karê “ Elî Motahherî” nûnerê balê binajo xwazan li meclisa Îran û “Rehman Fezlî( wezîrê dewlet)” de dezgayê guhdarî kirinê peyda kirin.

Gorekî benda 730a yasaya sizadana islamî, danîna dezgayên guhdarî kirin û kamêrayên çavdêrî, bi tinê bi biryara dezgeha dadewerî rê pê hatiye dan û kesê neguhdar li egera berpê kirina vê yasayê tûşî 6 heyv heya 2 sal hews û her wisa bi dana 1,000,000 – 4,000,000 tûmen dirafê next dibe.