43 hezar bûkên temen zarok di Îranê de hene

17:01 - 13 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Bi sebeba binpêkirina hindik ji nivîsîngehên navnivîsiyê ên jiyana hewbeş di nivîsengehan de, zewaca keçan di temenê jêr temenê yasayî de, ango di temenê 18 salî di Îranê de zêde be.

Li gor nûçeya belav bûyî, di Îranê de navnivîsiya 43’ê hezar keçên jêr temenê 10 heyanî 15 bi bêyî berçav girtina tu yasayî di wî welatî de nivîsîna jiyana hewbeş tê tomar kirin.

Endameke meclîsa Îranê di gotobêjek xwe de digel nûçegihaniya “Xanêyê Milet” di derheqê navnivîsina keçên di bin temenê 18 salî di nivîsîna jiyana hewbeş de dibêje: “hindek nivîsîngeh bi bêyî ku yasayê li ber çav bigirin, navê keçên jêr temenê 18 salî tomar dikin û jiyana hewbeş ya wan keçane pîk tînin.

Mehmûd Elîpûr Moxtarî got: di hindek deman de di hindek ofîsan de bi awayeke nerast tomar kirina jiyana hewbeş tê encam dayîn, ku temenê rast yê wan keçan bi awayeke rast nayê tomar kirin ku gellek ji wan di temenê yasayî de tê toamr kirin ku evajî bûye sebeba wê yekê ku haleke necîh jî mifah were girtin.

Şehla Ezazî di semînera pêkanîna jiyana hewbeş ya zarokan di zanîngeha “Îlm û Sen’et”ê de got: “ Gellek keç hene ku di jêr temenê yasayê de tê zevicandin, ku ev yeke jî di civakê de dibe sebeb ku keç di temeneke biçûk de bibe qurbanî û herwiha dibe sebeba zêdebûyîna pirsgirêkên malbatî.

Navbirî da zanîn ku: “ heyanî niha 43’ê hezar keç di jêr temenê 10 heyanî 15 di Îranê de di jîr temenê yasayî de navê wan di nivîsîna jiyana hewbeş de hatiye nivîsandin,û 2 hezar kesî jî telaq girtiye.

Di Îranê de,temenê yasayî bonakeçan di temenê 9 saliyê deye,û bona kuran jî di temenê 15 salî hatiye tomar kirin,ewa di demekê deye ku yasaya navneteweyî,mezinbûyîna zarokan di temenê 18 salîyê de hem bona keçan û kuran tomar kiriye.