40%ê kargehên berhemanîna kevir hatine daxistin

20:14 - 23 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Berpirsê “Encumena Kevir” a Îranê ragehand ku, di heyama 3 salan de, 700 kargehên berhemanîna kevir di Îranê de hatîne daxistin û, 35%ê berhema vê pîşeyî, di Îranê de kêm bûye.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, “Ebulqasim Şefî’î”, berpirsê “Encûmena kevir” ya Îranê ragehand ku bi sedema dorpêçên ser rejîma Îranê, 40%ê kargehên berhemanîna kevir di Îranê de hatîne daxistin û, kedkarên wan kargehan jî, bêkar mane û niha, tenê hizar kargehên berhemanîna kevir di Îranê de dişoxilin û, wan jî hewcehî bi piştevaniya malî ji aliyê bankan ve heye.

Hate zanîn ku bi sedema daxistina wan 700 kargehan, 42 hizar kedkaran karê xwe jidest dane û bêkar mane.

Heyamek berî niha jî “Mihemedriza Pûrêbrahîm” ê nunerê bajarê “Kirmanê” di parlemênta Îranê de ragehand ku, 90%ê ji kargehên berhemanîna kevir di parêzgeha wan de, di navbera daxistin û şoxilînê de ne, an ku nîvdaxistî ne û, herweha metirsiya jinavçûna 7 hizar derfetên kar di rojevê de ye.

Herweha “Husên Emîrî” nûnerê bajarê “Zerend”ê di dawiya heyva Çileya Paşîn de ragehand ku, kangayên Kirmanê, 17 milyard Tûmenî deyndarê kargeha “Berhemanîna Asin” ya Îsfehanê ye.

Weke dixûye her ku diçe, berewajî rakirina dorpêçan û sozên karbidestên Rejîmê derheq bi bêtirbûna rewşa jiyanê, rewşa xelkê ber bi xirabiyê ve diçe û xelkek zêdetir di Îranê de bêkar dimîne.