30 çekdarên din ên Sipaha Pasdaran li Helebê hatine kuştin

22:27 - 18 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Hêzên dijberî hikûmeta Beşar Esed ragehandin ku li derdora bajarê Helebê, 30 çekdarên din ên Sipaha Pasdaran kuştine û dest biser termên wan de grtine.

Hêza CêyŞ El-Feth a Sûriyê li ku di encama lihevkirina çend hêzên dijberê Beşar Esed pêk hatiye, roja Înê 17’ê Hezîranê ragehand ku, hêzên alîgirê Beşar Esed di êrîşekî de hewla kontrolkirina gundê “Xilse” ya ser bi Helebê dan, lê digel berxwedana hêzên wan berbirû bûn û di encam de karîn ku 30 çekdarên ser bi Sipaha Pasdaran bikujin û herweha çekdarekî ser bi Hizbullahê jî êxsîr bikin.

Eva di demekî de ye ku çend rojan berî niha jî CêyŞ El-Fethê ragehand ku hêzên wan karîne, serbarê kuştina hejmarek çekdarên Îraqî ên ser bi “Tevgera El-Necba’i” ku di rastî de di bin fermana Komara Îslamî de ne, karîne ku hejmarek ji çekdarên Îranê jî bikujin û herweha çekdarekî jî bi dîl bikin.

Eva çend rojin ku eniyên şer ên li derdora bajarê Helebê bi tundî ji aliyê balafirên ser bi Rûsiye û hikûmeta Beşar Esed tên bombebaran kirin da ku hêzên wan ên bejayî bikarin kontrola wî bajarî bigirin destê xwe.