3 milyon û 400 hizar nexwendewar di Îranê de hene

23:02 - 4 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Lêkolînê curbicur ev yek eşkere kirin ku di Îranê de 3 mîlyon û 400 hizar kesên nexwendewar hene ku bi sedema xirabiya rewşa aborî, nikarin herin xwendingehê.

Li gorê nûçeyên belavbûyî, di seranserî Îranê de pitir jî zêde 3 mîlyon û 400 hizar kesên nexwendewar hene ku, piraniya wan bi sedema xirabita rewşa aboriya Îranêl nikarin herinx xwendingehê.

Hatiye zanîn ku navinciya têçûya xwendinê di Îranê de, 822 hizar Tûmen hatiye ragehandin.

Eva di emekî de ye ku di sala derbazbûyî de pitir ji 900 kesên ku diçûn bo “Nêhzeta Sewadamêzî”yê, dest li dirêjedana xwendinê berdan, û hate zanîn ku %75 ji wan kesan, bi sedema kirîzên aborî û %25 din jî bi sedema arîşeyên civakî, nekarîne ku xwendina xwe bidomînin.

Mixabin niha nirxa nexwendewariyê di Îranê de gehiştiye nava temnên herî kêm ên civakê de û, serbarê vê yekê jî, niha 20 mîlyon kêmsewad di Îranê de hene ku piraniya wan jî, bi sedema xirabiya rewşa aborî dev ji xwendina xwe berdane.