Li ser sînorê Qesra Şîrînê kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

22:35 - 1 Adar 2025

Sibeha roja Înê, 10’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Şehnam Zahirînejad” xelkê gundê “Mile Rolan” a ser bi navçeya Setpêl Zehawê, li sînorê Qesra Şîrîn ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin.
 
Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê rasterast gule li kolberan reşandin.
 
Şehnam Zaherînejad 35 salî ye, zewicî ye, sê zarokên wî hene û peyrewê ola Yarsan e.