Sine; Gazîkirin û lêpirsîna Nesredîn Mîrî ji aliyê Îtlaata Pasdaran ve
15:42 - 16 Adar 2025

Roja Pêncşemî 13’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, Nesredîn Mîrî welatiyê gundê “Tengîsar” a ser bi bajarê Sine, bo dezgeha îtlaata Spaha Pasdaranhat gazîkirin û lêpirsîna wî hat kirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd li derheq çalakiyên zarokên xwe de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve gef jê hatiye xwarinû piştî çar demjmêran lêpirsînê hatiye berdan.
Roja Şemî 22’ê Befranbara sala 1403’an a Rojî, Jiyan (Mokrat) Mîrî kurê Nesredîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 27’ê Befranbarê piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî heta dawiya dadgehê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Sine hat berdan.