Şino; 3 welatî bi danîna barimteyê hatin berdan

22:55 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Yekşemî 24’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, 3 welatiyên Kurd bi navên “Mihemed Resûlpûr”, “Kemal Oqabî” û “Sabir Zulqernîn” xelkê Şinoyê piştî danîna barimteyê, bi awayekî demkî serbest hatin berdan. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mihemed Resûlpûr piştî danîna barimteya 600 milyon Tûmenî û Kemal Oqabî û Sabir Zulqernîn jî her yek piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî hatine azadkirin. 
 
Êvara roja Sêşemî 12’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê Mihemed Resûlpûr kurê Mistefa xelkê gundê “Kohne Qela” a ser bi Şinoyê û Kemal Oqabî kurê Hisên xelkê gundê “Balagir”a ser bi Şinoyê, bê ku belgeya dadgehê nîşan bidin binçavkiribûn. 
 
Herwisa, sibeha roja Çarşemî 13ê Pûşpera 1403an a Rojî, Sebir Zulqernîn xelkê gundê “Hesen Nûran” a ser bi Şinoyê, bi serdegirtina hêzên ewlehiyê bo ser mala wî, bêyî nîşandana belgeya dadwerî, hatibû binçavkirin. 
 
Ev her sê welatiyên Kurd piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji navendeke ewlehiyê bo girtîgeha Şinoyê hatibûn veguhastin. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina van her sê welatiyan de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Mihemed Resûlpûr, Kemal Oqabî û Sabir Zulqernîn