Li Pîranşarê Selah Sûrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

19:55 - 26 Hezîran 2024

Di rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd bi navê Selah Sûrî kurê Îsmaîl xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlekarî li sê rêyên “Celdiyan”a Pîranşarê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ev welatiyê han binçav kirin e. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Hêzên ewlehiyê dest danîn ser telefona Selah Sûrî jî. 
 
Heya niha bi weşandina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina vî welatiyê Kurd tine.