Bokan; Binçavkirina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
09:06 - 29 Gulan 2024
Di heyama çend rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd bi navê “Hêmin Ateşter” xelkê gundê “Çar Dîvar” a ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê kurd binçavkirin e.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heta niha şopandina malbata vî welatî bûna zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Hêmin Ateşter de ti agahî tine ne.