Welatiyekî Kurd piştî ku bo dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Sine hatibû gazîkirin, hat binçavkirin

00:37 - 11 Adar 2024

Roja Yekşemî 20’ê Reşemeyê welatiyekî Kurd bi navê “Feryad Qadrî” xelkê gundê “Kilîc” a ser bi bajarê Serwavayê piştî ku bo dozgeriya Gştî û Şoreşa Sine hatibû gazîkirin, hate binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, di heyama çend rojên borî de, gazînameya dadgehê bo vî welatiyê hatibû şandin û piştî serdana dozgeriya Giştî û Şoreşê ya bajarê Sine, hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin e. 
 
Feryad Qadrî roja 11ê Rezbera 1398an a Rojî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî nêzîkî çar mehan ji lêpirsînê, ji girtîgeha ewlehiyê ya bajarê Sine bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin. 
 
Ev welatiyê han di Banemera 1399`an a Rojî de piştî danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê derketibû. 
 
Di dawiya havîna îsal de, bi fermana dezgehên ewlehiyê, hesabên bankî yên birêz Qedrî hatin astengkirin.