Binçavkirina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Nexede

11:21 - 23 Çirriya paşîn 2023

Roja Şemî 27’ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd bi navê “Selam (Şahîn) Azerî” temen 40 salî û xelkê bajarê Nexede ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpa yê re ragehandiye, îro Şemî piştî nîvro hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, avêtine ser cihê karê vî welatî û ew binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî binçavkirina Azerî, hêzên ewlehiyê bi ser mala wî ya şexsî de girtin û lêgerîn li mala wî kirin. 
 
Vê çavkaniya agehdar diyar kir: şopandinên malbata vî welatiyê Kurd ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirinê û tohmetbar kirina Selam Azerî de ti agahî nehatine bidestxistin.