Li bajarê Qorve 3 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

10:02 - 19 Îlon 2023

Roja şemî 25ê Xermananê sê welatiyên Kurd bi navên “Mêhran Kohî”, “Mehdî Feyzî” û “Omîd Xosrewî” xelkê bajarê Qorve ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşanî van bidin, ev her sê welatî di nav malên wan de binçavkirine. 
 
Mêhran Kohî xwendekarê  xwediyê bawerînameya masteriyê ji bo jêpirsînê bo girtîgeha ewlehiyê ya Şehramfer a bajarê Sine veguhastine. 
 
Heya dema belav kirina vê nûçeyê, ti zanyariyek berfireh li derheq sedema bincavkirin û tohmetbarkirina van her sê welatiyan de tune ye. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Omîd Xosrewî, Mêhran Kohî û Mehdî Feyzî