Sine; Biryara binçavkirina demkî ya Saman Paşayî hat dirêjkirin

10:40 - 2 Îlon 2023

Biryara binçavkirina demkî ya Saman Paşayî yê xwediyê medalyaya cîhanî ya ferengî û xelkê Seqizê ku di bin zextên tund ên hêzên ewlehiyê de ji bo îtirafên bi zorê di odeya takekesî ya girtîgeha îtla`ata Sinê de ye, meheke din hat dirêjkirin.

Li gor çavkaniyekê ku ji Kuurdpayê re ragihandiye, ev cara sêyem e ku biryara binçavkirina Paşayî tê dirêjkirin.

Karbidestên ewlehiyê gef li Paşayî xwarine ku eger ji bo îtirafkirina bi zorê hevkarîyê neke, dê ji kar bê dûrxistin û rê nadin ti karekî, heta boyaxkirinê jî bike, û dê wî jî di girtîgehê û bê çarenivîsiyê de bihêl in.

Saman Paşayî di odeya takekesî ya girtîgeha îtla`ata Sinê de di bin givaşên tund ên derûnî de ye û heta niha jî mafê hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin.

Roja Yekşemî 11`ê Tîrmehê, Paşayî bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Saman Paşayî bawerînameya doktoraya di warê fîzyolojî û xwarina werzişî de heye û endamê Akademiya Netewî ya Pizîşkî ya Werzişî ya Amerîkayê ye ku li zanîngehên Kurdistanê mamostetiyê dike.

Heta niha li derheq sedema binçavkirin û tometbarkirina vî mamostayê zanîngehê de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.