Merîwan; Girtina Xalid Mêhrasa ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

16:39 - 27 Tebax 2023

Êvariya roja Şemiyê 4’ê Xrmananê welatiyê Kurd yê bi navê Xalid Mêhrasa yê xelkê gundê “Rovar” a ser bi bajarê Serovabadê û rûniştiyê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar bo Kurdpayê, hêzên ewlekarî bêyî pêşkêş kirina belgeya dadgehê, avêtine ser cihê karê vî welatî û ew binçav kirine.

Xalid Mêhrasa, 35 saliye û kurê Mihemed Kerîm e, û zewicî ye û zarokek wî heye.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.