Li Pîranşarê 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin

16:00 - 15 Tebax 2023

Roja Duşemî 23`ê Gelawêjê du welatiyên bi navên “Luqman Suxenver” kurê Xizir û “Hoşyar Qadrî” kurê Haşil xelkê gundê Şînavê ya Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê li bazara Pîranşarê otomobîla Luqman Suxenver rawestandin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê ew girtin.

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Hêzên ewlehiyê li gundê Şînavê avêtine ser mala Hoşyar Qadrî û ew ciwanê 17 salî bêyî biryara dadgehê girtine.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, derbarê sedema girtin û tohmetên van her du welatiyan de ti zanyariyek tine.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Hoşyar Qadrî û Loqman Suxenver