Cezayê îdamê yê girtiyê ji Kengawerê li girtîgeha Hemedanê hat burê ve çû

16:19 - 10 Tebax 2023

Sibeha roja Çarşemî 18`ê Gelawêjê, girtiyê bi navê “Menoçêhr Xezayî” yê xelkê bajarê Kengawer a parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha Hemedanê hate bidarvekirin.

Ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina hukmê îdamê roja Duşemî 16`ê Gelawêjê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Ev girtî ku endamê hêzên polîs bû, beriya niha bi tawanên “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.