Berdewamiya binçavkirin û diyar nebûna çarenivîs û cihê Arman Nîkpey

11:24 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2023

Tevî ku 16 roj bi ser binçavkirin Arman Nîkpey re derbas bûye, lê heta niha ti zanyariyên rast derbarê çarenivîsa wî welatiyê xelkê gundê “Neyî” a Merîwanê de nînin.

Li gor çavkaniyek haydar, roja Pêncşemî 5ê Gelawêjê, Nîkpey pêwendiyeke telefonî ya kin bi malbata xwe re kiriye.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heta niha ti zanyariyên rast derbarê çarenivîsa wî welatiyê hanê de nehatine bidest xistin û ji manfê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re jî bê par e.

Êvariya roja Çarşemî 21’ê Pûşperê, Arman Nîkpey bê radestkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û derbarê sedema binçavkirina wî û tohmetên derbarê wî de ti zanyariyek tine.