Seqiz; Silêman Ebdî cezayê girtîgeh û lêdana qamçiyan bi ser de hate sepandin

12:03 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Duşemî 26`ê Pûşperê, Silêman Ebdî, endamê Sendîkaya Mamostayên Kurdistan – Seqizê, ji aliyê taya 105 a dadgeha Kêyferî ya bajarê Seqizê ve, bi tohmeta “alozîxistin li aramiya giştî bi rêya beşdarîkirin li kombûna neyasayî li goristan Ayçî”, 8 meh girtîgeh û 70 derbeyên qamçiyan bi ser de hate sepandin.

Dadgehê, 8 meh girtîgeha wî çalakvanê sendîkaya mamosteyan bi 270 demjimêr wanegotin bo kesên komîteya Îmdad guherî û cezayê 70 derbeyên qamçiyan jî bo heyama 2 salan ragirtiye.

Roja Dûşemî 21`ê Xakelêweya 1402 a Rojî, Silêman Ebdî bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî, bi awayê demkî û heta dawîhatin bi qonaxên dadweriyê, ji girtîgeha bajarê Seqizê hate azadkirin.

Roja Çarşemî 16ê Xakelêweyê, navbirî piştî bi dawîhatina qonaxên lêpirsînê, ji girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Sinê, bo girtîgeha bajarê Seqizê hate veguhastin.

“Silêman Ebdî” li 28`ê Reşemeya 1401 a Rojî ji aliyê hêzên ewlehî ve bê nîşandana belgeya dadgehê, binçav kiribûn û bona lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtia`at a bajarê Sinê, veguhastibûn.

Hêzên ewlehî li meşa vekolîna mala “Silêman Ebdî” de, dest bi ser mobayla wî û mobaylên endamê malbata wî de girtibûn û digel xwe biribûn.

Di meha Xermanana 1401 a Rojî de jî, biryara sekinandina lipeykevtin a li pey Silêman Ebdî, ji aliyê taya 2 a dadyariya dadseraya Giştî û Şoreşê hatibû dan.

Roja Çarşemî 25`ê Cozerdana 1401 a Rojî, ew çalakvanê sendîkayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û roja Şemî 4`ê Pûşpera 1401 a Rojî, bi danîna barimteyê û bi awayê demkî, heta dawîhatin bi qonaxpên dadweriyê, ji girtîgeha bajarê Seqizê, hatibû azadkirin.