Ajansa Kurdpa: Hadî Ziyaedînî hunermendê Kurd, heykelek wek sembola berxwedana şêrejinên Kobanê, qaşoyî dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) ê, di Sineya Rojhalatê Kurdistanê de çêkir.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Hadî Ziyaedînî nîgarkêş û heykeltiraş ê navdarê kurd li Sine, heykelê şêrekî û jineke kurd wek semnboleke mayende di kêleka hevde tiraşî.
Ew hunermendê kurd, heykela çêkirî “Jinên Şêr”bi nav kiriye û evê jî wek yekemîn berhema xwe dihesibîne lê heya niha cihek bo danîna wê heykelê nehatiye kifş kirin.

di torên civakî de jinên Kobanê wek qahremanên sembolîk ên berxwedanê tên bi nav kirin û heya niha bi dehan keçên kurd ji aliyê DAÎŞ ê ve hatine can gorî kirin.
Hadî Ziyaedînî sala 1956’an li Sine ji dayîk bû û sala 1977’çû bo zanîngeha Teharanê û di rişteya Hunerên Xweşik (hunerhayê zîba) de, dawî bi xwendinê anî. Navbirî bi avakerê akademîk ê hunera nîgarkêşî û heykeltiraşî ê li Kurdistanê tê naskir in.
Wî heykeltiraşê Kurd ku heya niha heykelê piraniya kesayetiyên navdar ê Kurd çêkirine, sala borî, piştî 2 sal vekolîna zanistî, doktoriya pileya yekemîn a hunerê bi dest xist.






