150’î heciyên Îranê di Firîngeha Medînê de hatin destbiser kirin

01:17 - 1 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Nûçegehaniya Faris li zarê çavkaniyek haydar ji Erebistanê ve da xuyakirin ku 150’î heciyên Îranê li Firîngeha Medînê bi hegera tezwîr bûna vîzaya wan ji aliyê polîsê Erebistanê we hatin destbiser kirin û sipêdehiya Îro karwana wê ya dawî pêşî jê hate girtin.
Çavkaniya han ew yeka eşkere kir ku, tewahiya alavên heciyan hatine wekolîn kirin û ewa cara çendan e ku bi wî avayî tevî wan heciyên Îranê bi wî avayî riftar tê kirin. Herwisan di Firîngeha bajarê “Cede” jî tiştek bi wî avayî qewimiye. Hefteya derbasbûyî ji aliyê Îranê ve li firîngeha Tehranê 88 hacî bi sûçê hilgirtina 4 kîlo madeyên hişber hatin binçav kirin.
Heyamê çend salane ku pêwendiyên siyasî ên Îran û Erebistanê aloz bûne û ew alozî ji nemaze di dema hincetên haciyan de berçavtir dibin.
Zêdetir li du hefteyan berî niha Dadgeha Amrîkayê du endamê Sipaha Qodis (ser bi Sipaha Pasdaran) a Îranê bi sûçê bizav bo terora Balyozê Erebistanê li Waşîngtonê, mehkûm kir.