Pevçûn Kete Navbera Hêzên Întizamî Û Kasibkarên Newsûdê
Li çend rojên derbazbûyî de li navbera hêzên întizamî û kasibkarên beşa Newsûdê şer û pevçûn çêbû û hêzên întizamî pêşî ji kasibiya kasibkarên deverê girtiye.
Li çend rojên derbazbûyî de li navbera hêzên întizamî û kasibkarên beşa Newsûdê şer û pevçûn çêbû û hêzên întizamî pêşî ji kasibiya kasibkarên deverê girtiye.
Biryara destbiserragirtina Rehîm Bacwer çalakê jîngehparêz û çalakê xwendekarî ku 23.07. 2011-an hatibû destbiserkirin, bo salek din hate zêde kirin.
Malbata Enwer Husên Penahî, girtiyê siyasî ên Kurd bo haydarkirina saziya navnetewî ya mafê mirovan derheq rewşa Enwer nameyek pêşkeşê Ehmed Şehîd, rêportrê taybetî ya saziya netewên yekgirtî dikin.
Di heyamê yek meha derbazbûyî de, malbata girtiyê siyasî yê Kurd, Bêhrûz Tehmasibî, çendîn caran bo Îdareya Îtilaata Sine hatine bang kirin.
Komek ji welatiyên Kurd ên bajarê Mako ku li salên 2007 heta 2009-an hatin destbiser kirin, bi ser hev bi 175 sal zîndanê hatin mehkûmkirin ku li nav wan 12 kesan de pîremêrek 98 salî jî tê xûyakirin.
Şeş kes li zîndana navendî ya Kirmaşanê û 2 kesên din li meydana Azadî ya vî bajarî û li ber çavê xelkê, demjimêr 10ê sibêdeya roja sêşem 29.11.2011-an hatin darvekirin.
Welatiye Kurd û xelkê bajarê Şino ku zêdeyî salekê ye hatiye destbiserkirin, bo diyarîkirina nerazîbûna xwe derheq neronbûna çarenivîsa xwe dest da gireva birçîbûnê.
Saziya Netewên Yekbûyî piştî belavbûna encamên lêkolîna Komîsyona ser bi Komîsariya Bilind ya Mafê Mirovan a ser bi vê saziyê, hikûmeta Sûriyê bi tawana cînayet dijî mirovahiyê mehkûm kir.
Hêzên Întizamî yên Îranê li sînora Serdoşa Merîwanê bi destrêjiya rasterast kasibkarek Kurd yê bajarê Merîwanê birîndar kirin.
Keça xwendekar û wêblagnivîs a Kurd û xelkê Kirmaşanê, Rojîn Mihemedî, piştî ku bo Îranê vegeriya li balafirxanê de hat destbiserkirin û bo zîndana Êvînê hat şandin.