Her sal 600 ton madên hişber li Îranê de tê bi kar anîn
li Îranê de her sal 600 ton madên sirker tê bikar anîn û nêzîk bi 900 ton jî ji aliyê nawendên pêwendîdar ve tê zewt kirin.
li Îranê de her sal 600 ton madên sirker tê bikar anîn û nêzîk bi 900 ton jî ji aliyê nawendên pêwendîdar ve tê zewt kirin.
Dijberên hikumeta Sûriyê ragehandin ku xomparebarana bajarê Homsê pê daniye nav nehemîn roja xwe de, û li herêmên cur bi cur ên Sûriyê de jî, 43 kes hatine kuştin.
Bajarên cur bi cur ên Sûriyê berdewam şahidê kuştina hemwelatiyan in, û li wan du rojan de bi giştî 117 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ên Sûriyê ve hatine kuştin û birîndarkirin.
Du xwendekarên Kurd ên zankoya azad ya bajarê Mehabadê piştî borîna du mehan bi ser destbiserkirina wan ji aliyê hêzên ewlekariyê a Hikumeta Îslamiya Îranê ve, qedera wan ne rohn e.
sekreterê giştî yê NY, li dijkiryara bi êrîşa hikumeta Sûriyê bo ser bajarê Homsê ragehandiye: “Êrîşa bo ser Homsê bi top û bombeyan ji aliyê civaka mirovatiyê ve nayê qebûl kirin û ew yek jî bûye sedema nemana rewayiya deshilata Dîmeşqê”.
Nnûçegihaniya Mêhr nûçegihaniya nîwe fermî ya Hikumeta Îslamiya Îranê nûçeya hukmê îdama Zanyar û Luqman Moradî du girtiyên siyasî ên Kurd piştrast kir.
Li doma pêla destbiserkriina welatiyên Ereb li herêmên Erebekincî yên Şûş. Hemîdiye û Ehwaz, duh 7 kesên din ji welatiyên din li van bajaran ji aliyê hêzên ewlekarî yên hikûmeta Îranê ve hatin destbiserkirin.
Saziya Mafê Mirovan li Sûriyê ragihand ku arteşa wî welatî bi êrîşa Xumpareyan bo ser bajarê Hems rojek pir ji xwîn afirand ku li encam de tenê di wê bajarê de zêdeyî 217 kes hatin kuştin û nêzîk bi 700 kesên din birîndar bûn.
Çend rojan beriya niha ciwanekî Kurd yê gundê Çehrîqê a bajarê Selmasê, bi navê Îrec kurê Ekran temen 24 salî ji aliyê hêzên întizamî ve hat destbiserkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin. Lê piştî çend rojan berpirsên zîndana bajarê…
Beşek ji penaberên Kurdên Kurdistana Îranê bi armanca pêşkeşkirina daxwazên xwe ji bo Parlemana Kurdistanê serdana nivîsîngeha Parlemana Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê kirin.