Zext û givaşên hêzên Întizamî bo ser Kolberên Kurd dom dike
Hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê serbarî zewt kirina barên kolberan çend hespên Kolberan kuştine.
Hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê serbarî zewt kirina barên kolberan çend hespên Kolberan kuştine.
Îdareya Îttlata bajarê Urmiyê bi armanca naskirina çalakên ferhengî û çavidêrya weşanxaneyan, alvên sîxoeriyê di weşanxaneyên Urmiyê de damezirandine.
Hêvjîna Madih Nezerî rojnamenivîs û sernivîskarê du heftînameya “Dîdgah”li bin zext û givaşên Îdareya Îttlata bajarê Snê deye.
konfiransek taybetî bi pişkdariya Ehmed Şehîd û Şîrîn Êbadî li ser Ferq û cûdahî danîn li navbera neteweyên Îranê û kêmaniyên olî li Îranê de, bidarvekirin, pirsa jin û nîşandana kurte rêportajekê li ser kolberên Kurd , pirsa kolberan, li…
Sibêdeya roja Çarşem 28’ê Şibata 2013’an 4 kes ji çalakên xwendekarî yên bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îttlatî ên Komara Îslamiya Îranê bo zîndana wî bajarî hatin vegohastin.
Hejimarek berçav ji welatiyên gundekî ser bi herêma Hevşara ser bi bajarê Sayin Qela li parêzgeha Azerbaycana Rojava, ji aliyê hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin.
Pitir ji 200 endamên Kampayan “Mewlûd Afend” bi hinceta lêkolîn û lêpirsînê li ser doz û bezirbûna “Mewlûd Afend” sernivîskarê dizî yê Kovara “Kurd û Îsrayîl”, nameyek jibo Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nivîsandin.
Zîndaniyek siyasî ê Kurd, piştî mehekê eşkence û reftara xirab a karbidestên zîndana “Êvîn”a Tehran jibo zîndana Recaî Şehrê hat vegohastin.
Piştî kuştina Endamekî berê yê Sipaha Pasdarên Îranî,bajarên Sine û Kamyaran bi hêzekî zaf a nizamî hatin milîtarîze kirin û çend kes jî hatin girtin.
Roja Şemî 23’ê Şibata 2013’an li encama teqeya welatiyek bajarê Silêmaniyê ê bi nave “Xalid Xulesûr”, 2 Kedkarên xelkê bajarê Pawê kuştî û birîndar bûn.