Sohrab Awîzken ji girtîgeha Mehabadê hat mirexesiyê
Roja Pêncşemî 5’ê Rezbera 1403’an aRojî, “Sohrab Awîzken” girtiyê siyasî yê xelkê Mehabadê ku di girtîgeha vî bajarî de derbaz kirina cezayê xwe ye, ji bo mirexesiyê hate şandin.
Roja Pêncşemî 5’ê Rezbera 1403’an aRojî, “Sohrab Awîzken” girtiyê siyasî yê xelkê Mehabadê ku di girtîgeha vî bajarî de derbaz kirina cezayê xwe ye, ji bo mirexesiyê hate şandin.
Sibeha roja Çarşemî 4’ê Rezbera 1403’an a Rojî, girtiyê bajarê Bîstonê bi navê “Kambexiş Mehmûdî” li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate îdamkirin.
Roja Çarşemî 4’ê Rezbera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Siyamend Zengî” temen 27 salî, xelkê gundê “Kanî Sûrik” a ser bi bajarê Şinoyê, piştî danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat…
Girtiyê xwedî baweriya siyasî Luqman Elîzade piştî zêdetirî salekê li binçavkirinê ji ber îşkenceyên giran li girtîgehên ewlehiyê di rewşa fizîkî ya giran de ye.
Tevî ku 22 roj bi ser binçavkirina Luqman Zengî, welatiyê gundê “Kanî Sûrik” a Şinoyê yê temen 52 salî re derbas bûye, lê ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin.
Mihemedriza XQeyteranî, yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji aliyê taya yekem Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê bi serokatiya dadwer Dostî bi 6 meh girtîgeh hat cezakirin.
Roja Duşemî 2’ê Rezbera 1403’an a Rojî, Nayîb Hacîzade girtiyê siyasî yê Kurd xelkê Urmiyê, ji girtîgeha navendî ya vî bajarî bo mirexesiyê hat şandin.
Sibeha roja Duşemî 2ê Rezbera sala 1403an a Rojî, Emîrhisên Heqcûyan kur xal û hevalê nêzîk yê Riza Resayî xwenîşanderê îdamkirî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
Roja Çarşemî 4’ê Rezbera 1403’an a Rojî, 3ê welatiyên Kurd bi navên “Sirwe Şîrî” temen 22 salî, “Pêyman Şîrî” temen 19 salî û “Ferdîn Şîrî” xelkê gundê “Terexe” ya ser bi bajarη Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Tevî ku zêdetir ji mehekê bi ser binçavkirina welatiyê Kurd ê Pîranşarê Rehman Qadrî re derbas bûye, lê heta niha jî di girtîgeha Nexede de bêçarenivîs e.