“Efşîn Îlahî” bo girtîgeha îdareya Îtilaata Sineyê hate veguhastin
Welatiyekî Kurd yê bi navê “Efşîn Îlahî” ê xelkê Seqizê piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo lêpêçînê bo girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Sineyê hate veguhastin.
Welatiyekî Kurd yê bi navê “Efşîn Îlahî” ê xelkê Seqizê piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo lêpêçînê bo girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Sineyê hate veguhastin.
Roja Duşemî 22ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Feramerz Mihemedî” xelkê bajarê Merîwanê û rûniştiyê bajarê Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, û bo lêpêçînê bo yek ji navendên ewlehiyê li bajarê Sineyê hate…
Ji rêkevta 17ê Befranbarê heta 6ê Rêbendanê, pêlek ji binçavkirin û gazîkirina welatiyên Kurd li bajarên, Mihabad, Merîwan, Rebet, Sine, Bokan, Sewlava, Nexede, Pîranşehr, Seqiz, Kirmaşan û Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî ve dest pê kiriye ku…
Roja Duşemî 6`ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Eta (Şemal) Rehmanzade”, xelkê bajarê Seqizê, pêştî bi dawîhatina lêpêçînê bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate berdan.
Du welatiyên Kurd yên bi navên “Qadêr Resûlpûr”, xelkê bajarê Bokanê pêştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatine veguhastin.
Îro Sêşemî 7`ê Rêbendanê, kolberekî Kurd yê bi navê “Vahîd Mihemedî”, temen 30 salî û xelkê “Mîravaya Xwarê” yê ser bi bajarê Baneyê, di dema çûn bo bilindahiya gundê “Birwêşkanî” li bexşa Nenorê kevte xwarê.
Roja Şemiyê 30`ê Befranbarê, welatiyek Kurd yê bi navê “Selam Xelîfanî”, xelkê gundê “Kanî Budax” yê ser bi bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Li heyama rojên derbasbûyî, welatiyek Kurd yê bi navê “Serdar Mihemedpûr” yê temen 25 sal û kurê Xebat û xelkê gundê “Alîkend” ê ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhstin.
Roja Şemî 27ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Hesen (Rehman) Beratî”, kurê Îsmaîl, xelkê gundê “Bava” yê ser bi devera Mirgewer, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hate veguhastin.
Roja Yekşemî 5ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Babek Babayî”, temen 30 sal û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.