Dana Semedî bi danîna barimteyê hate azadkirin
Roja Sêşemî 5ê Reşeme, çalakvanekî jîngeparêzî yê Kurd yê bi navê “Dana Semedî”, xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hate azadkirin.
Roja Sêşemî 5ê Reşeme, çalakvanekî jîngeparêzî yê Kurd yê bi navê “Dana Semedî”, xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hate azadkirin.
Roja Sêşemî 5`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Bêhzad Edwayî”, xelkê gundê “Silên” yê ser bi bajarê Sewlava, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Duşemî 4`ê Reşemeyê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihemed Mengûr Kurdistanî”, kurê Mamend û xelkê gundê “Kewper” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin.
Çend roj berî niha, welatiyekî Kurd yê bi navê “Zaniyar Mu`itemîdî”, xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hate azadkirin.
Roja Sêşemî 5ê Reşemeyê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Karwan Mînûyî”, xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta bi dawîhatina qonaxa dadresiya wî ji girtîgehê hate azadkirin.
Roja Şemî 2`ê Reşeme, Ferhad Mûsapûr, xelkê bajaroka Rebet a ser bi bajarê Serdeştê, ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.
Şeva Şemiyê 2`ê Reşemeyê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Ebûbekir Mihemedî”, temen 36 salî û xelkê gundê “Goreşêr” yê ser bi bajarê Serdeştê û “Eskender Mihemedî”, temen 35 salî û xelkê “Pişder” yê ser bi Herêma Kurdistanê, bi sedema teqe…
Îro yekşemî 3`ê Reşemê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Elî Zulfî” kurê Hemze û xelkê bajarê Bokanê, bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Îro Sêşemî 28ê Rêbendanê, Esrîn Mihemedî piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wê ji girtîgeha El-Mehdî ya ser bi bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.
Roja Duşemî 27ê Rêbendanê, welatiyeke Kurd ya bi navê “Deriya Talibanî” keça Ebas bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin.