Welatiyekî Kurd li bajarê Mihabadê hate binçavkirin
Roja Înê 31`ê Banemer, welatiyekî Kurd ê bi navê “Qasim Ezîziyan”, temen 28 salî, kurê Resûl û xelkê gundê “Lec” ê ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Înê 31`ê Banemer, welatiyekî Kurd ê bi navê “Qasim Ezîziyan”, temen 28 salî, kurê Resûl û xelkê gundê “Lec” ê ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Çarşemî 29`ê Banemerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Rehman Xanehmedî”, piştî bi dawîhatina heyama lipêrsînê ji girtîgeha îdareya Îtla`at a bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.
Di çend rojên derbasboyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Arxa”, ê kurê Elî, xelkê bajarê “Yolageldî”, ya ser bi bajarê “Şot”ê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Makoyê hate berdan.
Roja Sêşemî 28`ê Banemer, welatiyekî Kurd bi navê “ Îbrahîm Uftade” temen 43 salî, rûniştiyê gundê “ Zêwe” yê ser bi bajarê Pîranşarê, piştî gazîkirin bo Îtla`at a Spahê, hate binçavkirin.
Dosyeya 2 çalakvanên kedkarî bi navên Osman Isma`îlî û Mehmûd Salihî, ji aliyê taya 3 a dadgeha giştî û şoreşa bajarê Seqizê bo dadgeha şoreşa wî bajarî hate şandin.
Roja Sêşemî 28`ê Banemerê, welatiyekî Kurd bi navê “Silêman Kerîmpûr”, xelkê gundê “Xur Xure”ya ser bi bajarê Mihabadê, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.
Werzêreke temen 45 sal li dema werzêriyê de li gundê “Hesenabad”ê ser bi bajarê Şabad bi sedema teqîna mînê birîndar bû.
Şeva Duşemî 27`ê Banemerê, girtiyek ê bi navê “Emîr Rizayî”, temen 35 salî xelkê bajarê Urmiyê di encama îşkenceya dijwar a hêzên di nav girtîgeha bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.
Rewşa tenduristiya “Bêhzad (Mihemed) Mehmûdî”, penaberê siyasî yê xelkê bajarê Bokanê ku roja derbasbûyî li ber derê ofîsa nûneratiya saziya netewên yekgirtî li bajarê Hewlêrê li paytexta Herêma Kurdistanê agir berdabû cesteyê xwe, gelek…
Roja Sêşemî 28`ê Banemer, “Aran Tîbaş” girtiyê siyasiyê Kurd ê xelkê gundê “Dize” yê ser bi devera “Mirgever”, piştî ragihandina lêbihorîna hêza dadverî bi hilkefta cêjna Remezanê, ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.