Girtiyekî siyasî ê Kurd bi awayeke mercdar hate azadkirin
Roja Şemî 15 `ê Xezelwerê, “Raşid Muntezirî” girtiyê siyasiyê Kurd ê xelkê bajarê Kamiyaranê, bi awayeke mercdar ji gitîgeha wî bajarî, hate azadkirin.
Roja Şemî 15 `ê Xezelwerê, “Raşid Muntezirî” girtiyê siyasiyê Kurd ê xelkê bajarê Kamiyaranê, bi awayeke mercdar ji gitîgeha wî bajarî, hate azadkirin.
Walatiya Kurd a bi navê “Fatime Kerîmî” keça Yedullah û xelkê bajarê Îlamê ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Seqizê bi serokayetiya dadwer “Cevad Mistefayî” bi awayê amade nebûyî bi yek sal girtîgeha Teizîrî hate cezadan.
Ciwanekî Kurd ê bi navê “Sîna (Kerîm) Mînayî”, temen 18 salî, kurê Mistefa xelkê gundê “Sewce” yê ser bi bajarê Şinoyê, piştî heyama binçavkirinê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hate veguhastin.
Îdareya Îtla`ata bajarê Baneyê, berpirsên kanalên Telegramî yên wî bajarî piştî belavkirina nûçeya Kolberê xelkê gundê “Kanîsêf”ê “Mihemed Xudayî kanîsêf”, ku li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de hatibû kuştin, hatine gazîkirin û…
Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, welatiyekî kurd ê bi navê “Enwer Şêxe”, temen 45 salî, kurê Ebdulla û xelkê gundê “Peswê” yê ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Roja Çarşemî 12`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hêmin Îbrahîmî”, xelkê gundê “Şelmaş” ê ser bi bajarê Serdeştê, di encama teqîna mînê de bi awayeke dijwar birîndar bû.
Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê welatiyekî Kurd ê bi navê “Yûnis Yahû” xelkê gundê “Kosekerêz”ê ser bi bajarê Mihabadê bi danîna barimteyê hate azadkirin.
Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, heyama binçavkirina demkî ya welatiyeka Kurd a bi navê “Soida Xedîrzade” keça “Rehîm” û xelkê bajarê Pîranşehrê bo heyama 20 rojan hate demdirêjkirin.
Welatiyekî kurd ê bi navê “Fatih Seidullahî” xelkê gundê “Şiyan” ê ser bi bajarê Sineyê, di girtîgeha îdareya Îtla`ata wî bajarî de maye û li qedera navbirî ti zanyariyeke serast ji ber dest de nîne.
Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, 2 ciwanên temen 18 salî ên bi navên “Sîna(Kerîm) Mînayî” û “Ebdulla Yûsifî”, xelkê gundê “Sewce” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.