Kolberek li sînorê Newsûdê hat birîndarkirin
Roja Çarşemî 30`ê Sermawezê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemedelî Hebîbî” yê xelkê gundê “Mensûr Aqayî” girêdayî bajarê “Şaho”yê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî de hat birîndarkirin.
Roja Çarşemî 30`ê Sermawezê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemedelî Hebîbî” yê xelkê gundê “Mensûr Aqayî” girêdayî bajarê “Şaho”yê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî de hat birîndarkirin.
Binçavkiriyê berê yê siyasî, “Saman Xezalî” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê ve bi tohmeta “propaganda li dijî nizam”ê bi 8 meh girtîgeh û salek bêparbûn ji karê rojnamevaniyê hate cezakirin.
Çalakvana mafê zimanî û etnîkî û girtiya siyasî ya berê ya bi navê “Mujgan Kawusî” a xelka Kelardeşta Mazenderanê di taya yekem a dadgeha Înqilab a bajarê Sariyê de bi “Êfsad fî erz”ê hate cezadan.
Taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, ji azadkirina demkî ya welatiyek binçavkirirî yê bi navê “Siayamek Dawûdî” rêgirî kir.
Roja Pêncşemî 24`ê Sermaweza 1401`ana Rojî,(15`ê Kanûna Pêşîna 2022`an), girtiyê bi navê “Yûsif Mîrzabêygî”, kurê Elî û xelkê bajarê Qesra Şîrîn li girtîgeha Qezivînê hat îdamkirin.
Mamoste Sêyfola Husêynî, pêşnimêjê mizgefta Xatem El_Embiya ya bajarê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û ti zanyariyek li derheq qedera wî ber dest tune ye.
Çavkaniyek agehdar ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihanbdiye: Di meşa bêdengî ya xelkê Kirmaşanê de, ku êvareya roja 18`ê Sermaweza 1401`an Rojî, li Taqevsanê destpê kir, tenê hêzên ewlehî û serkutkar yên Spaha Pasdaran, 86…
Roja Şemî 19ê Sermaweza 1401an, du welatiyên Kurd yên bi navên “Hîwa Mîrzayî” û “Zahir Muradî” yên xelkê gundê Bêmzûrtê yê ser bi bajarê Şinoyê bona birêvebirina cezayên ku bi ser wan de hatî sepandin, bo girtîgeha wî bajarî hatine…
Êvareya Înê 18ê Sermawezê, welatiyek Kurd yê bi navê “Mensûr Mihemedzade”, xelkê gundê Tengîserê û rûniştiyê şehreka Zagiros a bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin.
Roja Pêncşemî 17ê Sermawezê, Şadiman Ehmedî yê xelkê bajarê Dêwolanê di bin îşkenceya hêzên ewlehî de canê xwe ji dest da.