Seqiz; Binçavkirina çalakvanekî medenî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
Roja Şemî 20’ê Cozerdanê, çalakvanê medenî yê xelkê Seqizê “Eyûb Cewanpûr” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Roja Şemî 20’ê Cozerdanê, çalakvanê medenî yê xelkê Seqizê “Eyûb Cewanpûr” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gorî rapora ajansa Nûçegihaniya Hirana`yê, roja Înê 19`ê Cozerdanê, girtiyê bi navê “Qubad Ferhadpûr” xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Urmiyê hat bidarvekirin.
Roja Înê, 19`ê Cozerdana sala 1402`an, piştî rêûresma rojbûna Daniyal Pabendî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, li goristana Ayçî ya Seqizê, bi amadebûna dayîkên qurbaniyên bajarên Sine, Dêhgolan û Dîwandere, û…
Sibeha roja Înê 19’ê Cozre girtiyê bi navê “Cefer Mihemedpûr” kurê Mihemed xelkê Serdeştê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate bidarvekirin.
Roja Çarşemî 17’ê Cozerdanê, kolberekî bi navê “Ensar (paşnav ne diyare)” xelkê gundê “Mensûr Axayî” a ser bi bajarê Şaho ya ser bi navçeya Rewanserê, bi gulleyên hêzên hikûmetê li sînorê Newsûdê birîndar bû.
Sibeha roja Înê 19’ê Cozerdanê,girtiyê bi navê “Cefer Mihemedpûr” kurê Mihemed xelkê Serdeştê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate bidarvekirin.
Roja Pêncşemî 18 Cozerdanê, girtiya jin a bi navê “Pervîn Mûsewî” ji bo cîbicîkirina biryara îdamê ji beşa jinan a girtîgeha Urmiyê bo odeya takekesî hat veguhastin.
Roja Çarşemî 17`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Areş Şerîfî” temen 32 salî, kurê Ebas, xelkê gundê “Tengîser” Li bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
“Mihemed Alanî” welatiyê gundê “Sîngan” a ser bi bajarê Şinoyê bo îdareya îtla`ata vî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîna wî hat kirin.
“Êhsan Mihemedî” yê 16 salî ku zêdetirî 8 mehan e li navenda çaksaziya Urmiyê tê ragirtin, dosyeya wî ji aliyê taya sêyem a dadgeha şoreşê ve bo dadgeha taybet a cezayên zarokan a Urmiyê hat şandin.