Îro li Rojhilata Navîn destdirêjîiya li ser jinan di asteke here bilind de ye. Bi taybet li Kurdîstanê ev rêje hê bilintir e. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Dadê li Tirkiyê; tenê di salên 2002- 2011’de 91 hezar û 449 jin rastî destdirêjî bûne. Gorî saziyên jinan jî her sal nêzî 10 hezar jin rastî destdirêjî dibin. Li Tirkiyeyê destdirêjiya li ser jinan û bi teybet jinên kurd polîtikaya dewletê ye.
Gorî Saziya Rêjegerî a Tirkiyeyê 15 salan de 241 polîs, 91 leşker, 17 tîmên teybet, 15 cerdevan û 45 gardiyan ji ber destdirêjiyê hatine darizandin, lê kes nehatiye cezakirin.Destdirijiyên li Mêrdînê, li Çewlikê û derên din ên hemberê jinên kurdan hîn di bîra herkesî de ye. Xwendekar Ozgecan li Mêrsînê rastî destdirêjiyê bû û hat qetilkirin. Jinên êzidî ji hêla DAIŞ’ê ve hatine dîlgirtin û rastî destdirêjiyê bûne wekî mînaka zîndî di bîra her kesî deye.
Li Iraq, Suriye û Îranê heman kembaxî (kambaxî) heye û didome jî… Herî dawî li Otela Tara ya Mahabadê keça kurd Ferînaz Xusrewanî ji ber destdirêjiya sîxurên dewleta Îranê xwe xelas bike, ji neçarî xwe ji qata çaran ve avêt û dawî li jiyana xwe anî. Gelê kurd li Mahabat û her çar parçeyên Kurdistanê di nava çalakiyên şermezar kirinê de ne. Bertek her ku diçin xwurt dibin.
Ev feraseta bê exlaq û rûreş feraseta zilamên desthilatdar û dagirkerên Kurdistanê ye. Tevahî mirovhezên cîhanê, gelê kurd û bi taybet jin, divê dengê xwe bilind bikin û lihember derkevin. “Bimre destdirêjiya li ser jinê”…
Jêder: Azadiya Welat




