Girtiyekî xelkê bajarê Dîwandere li girtîgeha Sinê hat îdamkirin
Spêdeya roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, cezaya îdamkirina girtiyê bi navê “Mislm Muradî” kurê Xosrew û xelkê bajarê Dîwandere li girtîgeha Navendî ya Sinê birê ve çû.
Spêdeya roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, cezaya îdamkirina girtiyê bi navê “Mislm Muradî” kurê Xosrew û xelkê bajarê Dîwandere li girtîgeha Navendî ya Sinê birê ve çû.
Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, mamoste “Ce`ifer Perwînî” yek ji mamosteyên Xwandingeha Zanista Olî ya Selahedîn Eyobî ya Pîranşarê û mamoste “Elî Rehîmî” pêşnimêjê mizgevta Konxenê yê ser bi Pîranşarê bo îdareya îtla`ata wî bajarî hatin…
Serspêdeya îro Sêşemî 2`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina du girtiyên bi navên “Vehîd Byêzayî û Emîrelî Bayremî”, li girtîgeha Navendî ya Urmiyê birê ve çû.
Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, “Mihemed Mihemedî” naskirî bi (Şêxalî) yê xelkê Şînavayê ser bi bajarê Pîranşarê bi danîna barimteya bi qasî 2 milyard Tumenî bi awayê demkî heta bidawîbûna dewrên dadgehê li girtîgeha Nexedê hat azadkirin.
Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, mamoste “Elî Pûrmend” pêşnimêjê mizgevta Seyd Ebdula Kemalî ya Nexede, bo îdareya îtla`ata wî bajarî hat gazîkirin û lêkolîn jê hatkirin.
Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, “Azad Xwançezer” çalakvanê kedkarî û çandî bi danîna barimteyê li girtîgha Merîwanê hat azadkirin.
Şeva Yekşemî 30`ê Rêbedanê, du kolberên Kurd yên bi navên “Şoreş û Yadgar” yên xelkê bajarê Merîwanê, bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Şeva Yekşemî 30ê Rêbendanê, kolberê bi navê “Saman Yeqobî” kurê Salar û xelkê gundê Surxêbanê ser bi bajarê Ciwaroyê, bi sebeba qolibîna maşînê li rêya “Şebankare” canê xwe ji dest da.
Roja Çarşemî 26`ê Rêbendanê, jina bi navê “Me`irifet” naskirî bi (Mayfiyet) Kerîmî ya xelkê bajarê Urmiyê bi sebeba aloziyên malbatî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, “Mehdî Tevekolî” wênegirê xelkê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihekî nexuya veguhastin.