Yehya Baxçixî- Bilêrvanê mezinê Kurd çû rehmetê

14:05 - 5 Hezîran 2013
Unknown Author
Yehya Elewîferd 

Kurteyek li ser jiyana bilêrvanê navneteweyî yê Kurd Yehya Baxçixî

yek ji şivanên Kurd e ku li sala 1936ê zayînî, li gunda dîrûkî ya Baxçixê yê bakûra Xorasanê li Îranê ji dayîk bû. Yehya ji 7 salî da lêdana Blêrê ji bapîrê xwe Hessenqulîxan fêr bû û heta 77 salî da bi dengên xwe yên baş, jiyana Kurdên Xorasanê got û rondik û hêstir ji çavan bi rêxist.

Yehya rewşek taybet bixwe hebû û pênc dengên şivanî çê kiribû. Wî li dirêjîya emrê xwe hinek caran li Ewrûpayê jî strana xwe da nasîn û ji destê serokê firanseyê PHD ek wergirt. Wî PHDek din jî li Îranê ji destê Hesen Kesayî wergirt ku Bavê hunera bilêrê li Îranê bû.
Hesen Kesayî, nave Yehya danîbû : Bavê bêlêra şivaniyê Îranê. Yehya mêrek û hunermendek mezin bû, lê li nava xelkên xwe pirr nenas û nenavdar bû. Tehranîyan ew baştir ji Xorasanîyan dinasîn û bi wî şanazî dikirin.

Ez (Yehya Elewîferd) û du-sê kesan re li Havîna 2012an sa dîtina wî çûn mala wî. Em Danek li  mala wî man û dengên wî guhdarî kirin û derdên wî bihîstin. Evînên wî pirr nebûn. Lê derdên wî gelek pirr bûn. wî digot:

Serokên hunerî yên  Xorasanê hunerê nanasin.
Ewan li hunermendan nanihêrin û belkî pirran ji wan nanasin.
Jîyana min pirr nexweş derbas dibe, ez kal im û nikarm bixebitim.
û HWD

Yehya li Bihara 2013yan de bar kir û ji nava me çû. Lê ji wî dengên bilêrê man û derdên wî. Pirsên min  ewan in ku:

çima hunermendên me û mêrên me yên mezin weha bêbia bûne?
Em gelê Kurd çiqes Yehya Baxçixî û hunermendên mezin yên xwe dinasin û didin nasîn?