Serpêhatiya Huermendê Kurd, Seyid Xelîl Alînijad

16:29 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2012
Unknown Author
bi qelema Eskender Ce\'ferî

Seyid Xelîl Alînijad, li ser 1336’an a rojî, li bajarê Kirmaşana Rohilata Kurdistanê çavên xwe bo jiyana bi kûr û nişîv vekirin. Navê bavê wî Seyid Şamirayê Alînijad bû ku Tembûrvanek jêhatî bû.


Seyid Xelîl di destpêkê de fêrkariya tembûrê li bal Seyid Nadir Tahirî dibîne û 2 salan jî diçe bal Seyid Emrullayi Şaibraymî. Hevdem jî diço cem Emîr Heyatî û lêdirihênî ku çawa rind tembûrê lêdixe. Paşê diçe cem Mamusta Abidîn Xadimî; di heman demê de berpirsyarîtiya Koma Tembûrvanên Bajarê Sehine digire istû. Navbirî li dawiya deheya 50’ê de, beşa mosîqaya Zanîngeha Hunerê derbas kiriye.

Li destpêka dehsalên 60’ê diçe nava Koma mûîqiya Şems ku Keyxusrew Pûrnazirî ji bona tembûrê pêk’anîbû. Berhemên alîkarî tevî Girûpa Şems, lêxistina kitekisî an ku yêk neferî bû ku rehmetî Seyid Xelîl, tewlî Mamusta Şehram Nazirî, bi navê “Sidayê Suxenê Êşq” anî Dengê Peyva Evînê, tomar û belav dike.

Li nîviya deheya 60’ên rojî, Seyid Xelîl Komekî bi navê Baba Tahir pêk tîne û di vê Komê de kasêtekî bi navê “zêmzêmêyê qelenderî” berhem tînin. Li dawiya heman dehsalan de, bi wesyeta Ibadî, mamustayê xwe, di rê û resma defin kirina wî de pişkdariyê dike û hingî pêda tucaran venagerê warê xwe û heya demekî li Tehranê akincî dibe.

Alînijad, piştî çend salan Îranê bi tenê dihêle û ber bi Sûêdê rê dikeve. Sedema wê koçê ne eşkere ye lê encama wê, terora rehmetî Seyid Xelîl Alînijad bû.

Sala 1380’an a rojî li bajarê Gotinbêrga Sûêdê Seyid Xelîl ji aliyê kesên ne naskirî ve tê teror kirin û mala wî û cendekê bê cane wî jî tên şewitandin.

Çalakiyên Seyid Xelîl:
Bêguman mûsîqî warê serke ê Seyid Xelîl Alînijad bû. Lê zêdebarî lêxistina Tembûrê, di warên din yên hunderê de jî şarezayî hebûye. Ev xwedî hunerê kurd, xudanê dengek zulal bû û eva jî destkefta wî li mekteba fêrkariya mamustayê nemir, Husên Xadimî bû û li bal xwedê lê xweşbûyî Nadir Nadirî jî hînî defê dibe û ji Keyxusrew Nazirî jî, lêxistina tarê fêr dibe.

Xêncî tembûrvaniyê, di çêkirina wê amêrê de jî destek şiyayî hebûye û tembûrên wî bi Morên Şeyda û Qelender, heya niha jî tên bi kar’anîn.

Pirtûkên wî: “tembûr li serdemên kevin heya niha” an ku “Tembût Ez Dîrbaz Ta Kunûn”, ku payan nameya karnasiya wî ji bo warê mûsîqiyê li Zanîngeha hunera Tehranê bû.
Vergerandin û şîroveya hûre kilamekî mîna hin ji gotinên Hezretê Şêyx Emîr ê Yarsan û kelama Hezretê Teymûr Banyaranî û Vergerandina kelama Hezretê Xan Elmas, ji berhemên din ên wî ne.
\"5238.jpg\"
Seyid Xelîl Alînijad
Berhemên mûsîqiyê:
Ji navbirî, gelek berhem bo mînak “Ayin mestan” û “Senay Elî” bi cih mane.

Hizar silaw li canê paqije Seyid Xelî Alînijad û gişt ev kesên ku bê tawan û mezlûmane bûn kotirên sipî û rihê wana ji bo Aramgeha ebedî, ket nava dilan. Rihê wî şad.