Şans û sûd

16:02 - 20 Şibat 2013
Unknown Author
Prof. Dr. Ilhan Kizilhan

Ku tu xwedî nasname û welat bî, mirovekî ji yek ji 194 dewleta bî ku ala wan di Yekîtiya Netewan de nîşan dindin, xwedê te pîroz kiriye. Ji ber ku mirov hene, nasnameya wan, netewan înkar dikin û welatê wan ji wan dizînê.

Ku tu îro şiyar bûyî û kêm an zêde tenduristiya te baş be, tu mirovekî pir bi şansî. Dê hefeteya were milyon mirov dê nexweş kevin û bimirin.
Ku te tehlukeya şer, zindankirin, şerê hebûn û tunebûnê, hingavtin û îşkence nejiya bî, tû mirovekî xweşhalî. Ji ber ku 500 milyon mirov di sala borî ev êş û tadeyî dîtine.

Ku tu dikaribî bi serbesti ola xwe biparêzî û ola xwe eşkere bikî; herwiha jî ji ber ola xwe neyî kuştin, koçber an jî birîndar kirin, şanse te ji 3 milyar (3000 000 000) mirovan çêtir e.

Ku îro xwarin û vexwarina te hebe, cil û kinc li bedenê te hebin, malek an jî cihek ku îro tu dikaribî rakevî, tu ji 5 milyar mirovên dinyayê bi sûdtirî.
Ku pere an ji banqnotê te li bankeyeke hebin, di berîka te de pere, bankqart û nasname (pasport) hebe, rewşa te ji 5,6 milyar mirovên dinyayê baştir e.

Ku dayik û bavê te bijîn û tu hêjî zewicî bî, tu mirovekî pir bi şans û kêmî li vê dinyayê.

Ku nûceyeke an jî agahdariyek wek telefunek, mesajek an jî nameyek bigihîje te, ku mirov werin mehvaniya te, tu xwedî û bi xêrî. Ji ber ku hinek mirov li vê dinyayê li te difikirin. Tu ne wek 2 Milyar mirov li dinyayê yî ku xwendin û nivîsandina wan tuneye, daku karibin nameyeke binivisînin an jî bixwînin.

Rewşa te ya şexsî çawa ye? Baş e?, hinekî baş e an jî ne baş e?
Kû zimanê te bi salan xedexe nekiribin û tu zimanê xwe dikaribî bi rihet biaxifî, tû mirovekî tijê u bi giyanê xwe ve razî yî. Ji ber ku hinek dewlet hene ku zimanê mirovan qedexe dikin û ji ber vê jî mirov dikin girtigehê, hingavtin dikin û mirovan dikujîn.

Ku tu dikarbî rengê kesk û sor û zer nîşan bidî, tu mirovekî pir azad î. Ji ber ku dewlet heye ku ji wan sê rengan pir aciz e.

Ku tu li welatekî ne perçe perçe bijî, di nav erda te de sînor derbas nebe û malbata te ji hev cuda nebûbe, tu mirovekî xwedî mal û cih î. Ji ber ku welatek heye kirine car perçe. Di nav yek malê de sînor derbas dibe û lawik û keç, dayik û bav bi zor û kotek kirine tirk, ereb û ecem. 

Ku tu xwedî nasname û welat bî, mirovekî ji yek ji 194 dewleta bî ku ala wan di Yekîtiya Netewan de nîşan dindin, xwedê te pîroz kiriye. Ji ber ku mirov hene, nasnameya wan, netewan înkar dikin û welatê wan ji wan dizînê.

Niha jî rewşa te û miletê te çawa ye?
Em hêvîyê xwe qut nekin: saleke nû, şansekî nû!