Raporta heftane ya binpê kirina mafê mirov li nawçên kurd rûniştiyên Îranê

13:14 - 4 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: hewaldêriya kurdpa: bi armanca rontir kirna zêdetir a berpê kirina mafê mirov li nawçên kurd rûniştiyên Îran her 2 heftî carek raportek bi navê “ruwangeyî hefte’’li ser berpê kirina mafê mirov parve dike.


Li nîv- heyva yekê a heyva Rêbendan a sala 1391

\"10969.jpg\"
koçî perpê kirina mafê mirov li Kurdistan roj-dû-roj ber bi zêdeyî diçe ku li vê raportê de nişanek bi berpê kirin a mafê kolber û kasibkarên kurd, bandor û girtina çalakên xwêndkarî û herwiha rewşa benkiryên siyasî bikin.

KOLBER:

roja duşem 2ê rêbendanê komik ji kolberên kurd ji aliyê hêzên intizamiya dewleta islamiya Îranê ketin ber desdirêjî û dawiyê de kolberik bi navê Sabir Altûn temen 17 salî xelkê gundê Nimincê Pîranşarê can lê hat sitandin. Li aliyek din hefta derbasbûyî de hevwelatiyek xelkê gundê Hurmuzawê bi navê Simayîlê hecî Xidir û li nawçên kurd rûniştiyên Îran û li naw rêkan de bi hegera şika hebûna tiştên qaçax dikevin ber guleyan û canê xwe ji dest didin.gorek jimaryariya nawenda jimêryariya ajansa kurdpa li heyva borî de ya kêm 8 hevwelatiyê kurd bi teqa dîrek a hêza milîtariya dewleta islamiya Îranê hatine kuştin.

XWENEDKAR:

doma bandora hezên asayiş ser çalakên xwendekarên kurd

\"10965.jpg\"
li nawçên kurd rûniştiyên Îran ; li wan çend rojên borî de 5 çalakên xwendekarî li şarê Merîwan girtin û derbasî ciyek veşartî kirin. Roja sêşem 10ê rêbendan hinek çalakên xwendekarî bi navên : ‘Dawûd Qesîmî”, kurê Qadir, xwendekarê karnasî rişta komelnasiya zanîngeha azada tehran-nawend,” Saman Mehmûdî ‘kurê Hisên xwêndkarê karnasiya bilinda zanîngeha Ormî, ‘Xalid Mihemedî’ , xwêndkarê karnasiya bilinda jêografiya , ‘Soran Danişver’ xwendekarê rişta xanîber û şarsazî a zaningeha Kurdistan, ‘Mihemed Konepoşî’ kurê Elî xwendekarê zaningeha Urmîyê li aliyê hêzên asayişa dewlet a islamiya Îranê hatin girtin.

Hemû malên van xwendekran geran û dest danîn ser kompioter û pitira tiştên kesîn yên van bo dezgeha ittila’at raguhastin. Dîsa roja yekşem, li 8ê rêbendan ‘Hêmin Ejend’ çalakek din ji xwendekarên xelkê şarê Pawê ji aliyê hêzên asayişa vî şarî hat girtin û bo girtîgeha ‘Dîzel abad’hat şandin .Hevdem tev girtina van 5 çalakên şaristanetî , 2 çalakên din yên

xwendekarî bi navên ‘Şaho Mehmûdî’ û ‘Zana Lencabadî’ xwestine sitada hewalgiriya dezgeha ittila’at . Dîsa heftiya borî de ‘Mehdî Doa gû’ berpirsê yêkitiya demokrata xwendekarên kurd li aliye dadgha şorişa şarê Sinê , 6 heyv zindan hat birîn.

Ji aliyek din çend roj pêş niha ‘Hîwa Tase’ xwendekarê kurdê zanko a ‘ellamê Tebatebayî’ bi biryara dîrek a wizareta ittila’at li xwendin hat bêpar kirin. ‘Hîwa Tase’ xwendekarê kurdê zanko ya ‘ellame Tebatebayî’ li Tehran bi hevpeyvînek tev ajansa kurdpa ragehand : li 10ê befranbar, ‘saziman ê sencêş’ bi biryara wizareta ittila’at bi forma nivîskî, bi zankoya ellame Tebatebayî ragehandiye ku îdî nabe Hîwa tase dirêjî bi xwendinê bide.

Ev xwendekarê kurd li dirêjiya qisên xwe de ragehand: bo çareser kirina vê pirsgirêkê caran min peywendî tev nûnerên kurd li parlimana Îranê girtiye, lê ew nûnerên kurd gotin: eva pirsgirêka girêdayî bi wizareta ittila’at e û dûmahiyê bi fermî ji aliyê wizareta ittila’at ji zankoyê derkirîna min hate gotin.Wizareta ittila’at, Hîwa Taseyan bi pêk anîna kombûna narizayetiya dijî biryara sêdaredana ‘Ihsan Fetahiyan’hat tometbar kirin.

Li wan çend heyvên borî de rêjeyek ber çav ji çalakên xwendekarî a kurd ku pitira wan endamê yêkitiya xwendekarên demokratikên kurd bûn, ji aliyê hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îranê hatin girtin. Yêkitiya demokratika xwendekarên kurd li sala 1384an ji aliyê komelik ji xwendekarên kurd hat damezirandin û heya niha rêjeyek berçav ji endamên vê yêkitiyê ji xwendin bêpar kirine.

Girtiyên siyasî

\"10972.jpg\"
‘Elî û Hebîb Efşarî’ 2 girtiyên siyasiyên kurdê hukmê sêdare sepandî , ji dema pişt rast bûna hukmê van ji aliyê dadgeha pêdeçona Urmîyê yê heya niha ji çavpeketiana tev binemalên xwe bê parin.


Elî Efşarî, girtiyê siyasiyê mehkûm bi sêdare ku li girtîgeha Urmîyê girtie, bi hegera birîndar bûn bi çendîn gulleyan dema girtinê de %30 ji endamên bedena vî ji kar ketine û tûşî infeksion û xwînrêjiyk zor bûye.
Heyva sermaweza 1389 a rojî, Elî Efşarî tev 3 birayên xwe bi navên Hebîb,Ceifer û Welî Efşarî ji aliyên hêzên asayişê hatine girtin ku paşî Elî û Hebîb Efşarî ji aliyên dadgeha şorişa şarê Mihabadê bi tometa “şer tev Xwedê” bi hegera propaganda bo partek kurdê oposîsiyona dewleta islamiya Îranê , hukmê li sêdaredan bo hat birîn û paşî liqa 33a dadgeha pêdeçona şarê Urmîyê ev hukum piştrast kir.

Ji aliyek din 2 endamê wê binemalê bi navên “Ceifer û Welî Efşarî” her yek bi 5 sal girtin mehkûm bûn û niha li girtîgeha Urmîyê hukmê xwe dibihorînin.

Raguhastina Riza Şerîfî Bokanî bo girtîgeha Êvîn

\"10966.jpg\"
Riza Şerîfî Bokanî
li saeta 6ê sibêzû li roja şambî 8ê befranbarê Riza Şerîfî Bûkanî bendkiryê siyasiyê kurd ji aliyê hêzên asayişa hukûmeta Îranê li girtîgeha” Recayî şehrê Kerec” ê bo benda 209a Êvîn hat raguhastin. Serçavek bawir pê kirî li girtîgeha “Recayî şehrê Kerec” ê bi nûçe gehaniya kurdpa yê ragehand: “Riza Şerîfî Bûkanî” dema çona bo girtîgeha Êvînê gotiye: heger heya 2 hefteyên din venegerim bo girtîgeha Recayî şehrê dê dest bi man girtin bikim.

Riza Şerîfî Bokanî bi biryara direka “Ebbas Ceiferî dolet abadî” dadewerê giştiyê Tehran, hatiye raguhastin.pêştir jî Riza Şerîfî Bokanî , girtiyê siyasiyê kurd bi biryara berpirsê girtîgeha Recayî şehrê Kerec û rasipartiyên wizareta ittila’at bo girtîgeha Êvîn hatibû raguhastin, le bi hegera nebûna dema dadewerê giştiyê Tehranê , bo girtîgeha Recayî şehrê Kerec sipardibûn.

Hevwelatiyek kurd paşî 20 roj girtin çarênûsa wî ron nine

hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îran, 20 roj pêş niha lawik kurd bi navê “Mihemed Nesîm pûr” temen 21 salî, kurê Fetah û xelkê Eliyawa aser bi şarê Bokan ji aliyê hezên ittila’ata şarê Sine hatibû girtin û bo ciyek nediyar hatibû raguhastin.gorek raporta hewalnêriya kurdpa û serçaveyek agadar, li dema girtina vî hevwelatiyî de , xêncî dû ketina mala vî , heya niha çi zanînek ji cê xwedî kirin û tawana navbirî nehatiye dest.

Çarenûsa ne rona hevwelatiyek 72 salî li girtîgeha Recayî şehrê Kerecê

\"10967.jpg\"
girtiyek bi navê “Namiq Mehmûdî” ku çend roj pêş niha ji aliyê berpisên girtîgeha “Recayî şehrê Kerec “ê hatibû bang kirin û heya niha newegeriye naw girtîgehê.

Serekaniyek agadar li girtîgeha “Recayî şehrê Kerec” ê bi hewalnêriya kurdpa ragehand: rengeyiya wê hindê heye ku ev girtiyê kurd bi amanca lê pirsîn bo nawendên asayiş hatiye raguhastin. Ew serekanî eşkere kir ku “Namiq Mehmûdî” tometa hebûna çek û teqemenî ser dane û li dema girtinê de heya niha dadgayî nehatiye kirin û her wa pêştir jî 6 heyvan li benda 209a Êvîn de girtî bûye .

Namiq Mehmûdî temen 72 salî xelkê gundê Êranşa a Tileko ser bi şarê Seqize ku li 17ê xakelêweya 1390 tev 3 kurê xwe bi navên “Menûçehr, Bêhnam û Bêhzad” û kesek din bi navê Osman Qadirî ji aliyê hêzên ittila’ata Seqizê hatin girtin.

Bang kirin a dezgeha ittila’ata Sinê, lêpirsîn û hereşe bi çalakek olî şar kirin

\"10970.jpg\"
Ewdila Ebasî
roja duşema hefteya borî yekik ji lêpirsên deftera berpirê şoraya mekteba Quran, ji aliyê dezgeha ittila’atê hat bang kirin û bi tundî hereşe lê hat kirin .

çend roj pêş Ewdila Ebasî yekik ji çalakên olî ê Kurdistan ji aliyê sitada hewalgirya ittila’ata şarê Sinê bangî wir hat kirin û 4 saetan bin lêpirsînan de bûye.Ewdila Ebasî yekik ji lêpirsên deftera “Hesen Emînî”muftiyê naskiriyê Kurdistna Îrane ku li heyva xermanan a îsal heya niha 4 caran ji aliyê hêzên asayişê hatine bang kirin û ber xebat û çalakiyên olî li çarçeva mekteba Quran de lê hatiye pirsîn.

Malpera “islam kurd” zimanhalê mekteba Qurana Kurdistana Îranê weşandiye. Ewdila Ebasî ji aliyê rasipardeyên sitada hewalgiriya dezgeha ittila’atê ber dest pê kirina xebat û çalakiyên olî bi formên cur bi cur, hereşe lê kirine. Pêştir jî ev çalakê olî 6ê gelawêja îsal ji aliyê hêzên asyişê hatiye girtin û nêzûkî 10 rojan paşî girtinê bi danîna barmiteya 50 milyon tûmenî bi forma katî azad kiri bûn. Bang kirin û jêpirsîn ji vî çalakê olî di demek daye ku hefteya borî ji aliyên dewleta islamiya Îranê wek” heftiya yêkitîya nawbera mezhebên islamî” hatibû diyarî kirin